Di vê derbarê de Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re diyar kir ku postê Serokkomariya Îraqê parê PDKê ye û PDK li ser vê postê weke demên berê li gel ti aliyekê heta niha lihev hatin nekiriye.
Mehmûd Mihemed herwiha diyar kir ku vê di nava çend rojên pêşiya me de PDK birbijêrê xwe bo postê Serokkomariya Îraqê diyar bike.
Mihemed herwiha diyar kir ku di demên derbasbûyî de pdk û ynk li ser vê yekê ku postê Serokkomariya Îraqê ku parê pdkê ye ji ynkê re were dayîn lihev kiribûn, lêbelê vê carê heta niha tişteke wisa tuneye û ev postê han parê pdkê ye.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin