Du balefirvanên Kurd yên pêşmerge li Franseyê beşdariya festîvaleke cîhanî ya bi navê festîvala asmanî kirin û karîn balê beşdarwanan bo ser xwe rakêşin.
Ev du balefirvanên Kurd ku navên wan, Kurdevan Neqişbendî û Ilmî Mizûrî ye, beşdariya festîvala asmanî ya li Franseyê kirin ku her sal tê lidarxistin û têde zêdetir ji 127 welatên cîhanê beşdar dibin.
Di vê festîvalê de ev her du balefirvan, alaya Kurdistanê bilind kirin û pişt re jî ala Kurdistanê weke diyarî pêşkêşî birêveberê giştî yê festîvalê kirin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin