Erbil 38°C Thursday 13 Nov 22:38

Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo bi rêya telefûnê behsa çend mijaran kir

behsa hin mijarên taybet bi rojevê kirin
کوردستان TV
100%

Êwara dohê wezîrê derve yê Amerîkayê telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir.

Êwara dohê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bû, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo tekefona wî kir û her du aliyan pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî û paşeroja pirosesa siyasî li Îraqê gotûbêj kirin û ronahî xiste ser hilbijartina desteya serokatiya parlamentoya Îraqê û hewilên ji bona hilbijartina serokatiya komar û kabîneya nû ya hikûmeta bê ya Îraqê kirin.

Barzanî û Pompoe di peywendiya telefonî de tekîd li ser çirkirina hewilan ji bona serxistin û pêşdebirina pirosesa siyasî li Îraqê kir û hêvî kirin ku qonaxa bê ya Îraqê qonaxa aramiya siyasî û emnî be û hikûmet û desthilata bê ya Îraqê rengvedana xwestek û mafên hemû pêkhateyên Îraqê be.

Mike Pompeo wezîrê derve yê Amerîkayê behsa giringiya rola aktîv û ber bi çav ya Herêma Kurdistanê di beşdarîkirin di pirosesa siyasî li Îraqê û pêkanîna her sê serokatiyan li welêt kir.

Nirxandina têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê, pêşhatên dawiyê yên rojeva Îraqê û herêmî bi giştî mijarên din yên peywendiya telefoniya navbera serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Amerîkayê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.