Serokê Îranê Amerîka û hevalbendên wê yên Kendava Erebî tawanbar kirin bi êrîşa dohê ya ku li dijî merasimeke leşkerî li başûrê rojavayê Îranê pêk hatibû.
Li gor nûçeyeke voayê Rûhanî îro yekşemê û bê ku wan bi nav bike got: Hemî welatên biçûk ên kirêkirî li herêmê piştgiriya Amerîka werdigrin. Amerîkî wan gur dikin û alavên pêwîst didin wan ji bo pêkanîna gunehkariyên wiha.”
Rûhanî berî ku Tehranê bicî bihêle, ji bo amadebûna kombûna giştî ya Neteweyên Yekgirtî, got:
“Amerîka wek zordarekî li beramber cîhanê tevdigere.”
Rûhanî anî ziman ku vê bersiva welatê wî dê nêzîk û di çarçoweya qanûn û berjewendiyên niştimanî yên Îranê de be.
Weke tê zanîn dohê li Ehwazê êrîşek pêk hatibû û di encam de 25 leşkerên Îranî hatibûn kuştin û 70 leşkerên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin