Erbil 38°C Saturday 22 Nov 00:18

Rûsya careka din Îsraîlê tawanbar dike

Rûsye hîn jî dibêje Îsraîl tawanbare
کوردستان TV
100%

Wezareta berevaniya Rûsya careke din Îsraîl bi xistina balefira şer a Rûsî li Sûriyê tawanbar kir.

Di destpêkê de leşkerê Rûsî Îsraîl tawanbar kir bi xistina firokê, lê piştre serokê Rûsya Vladimir Putin ev girjî hinekî kêm kir û ew wek rûdaneke “nîrên karesat û kujer” binav kir.

Wezareta berevanya Rûsya îro Yekşemê got balefireke Îsraîlî, ku demeke kurt berî ketina balefira Rûsî li esmanê Sûriyê difiriya, bi mebest firoka Rûsî wek mertal ji xwe re bikar anî.

Peyvdarê wezaretê Igor Konashenkov dibêje kiryara firokvanê Îsraîlê nîşan dide ku ew "an ne profîşonal e an jî xemsariyeke gunehkarî ye.

Hêzên hikûmeta Sûriyê roja Duşemê bi şaşî Firoka Rûsî xist û di encamê de hemî 15 kesên li ser pişta wê hatin kuştin.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.