Erbil 38°C Thursday 13 Nov 22:38

Serok Barzanî: Baweriya min bi Fûad Husên heye

Fûad Husên berbijêrê PDKê ye
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî derbarê berbijêr kirina Dr. Fûad Husên bo postê Serokkomariya Îraqê de, peyamek pêşkêşî raya giştî ya Kurdistanê kir û piştgîriya xwe bo Fûad Husên diyar kir.

Ev naveroka peyama Serok Barzanî ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di derbarê diyarkirina berbijêr û kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo posta Serokkomariyaçê Iraqê, me pê xweş bû eger aliyên Kurdistaniyan pêkve li ser yek kes rêk ketiban, lê belê mixabin ev yek pêk nehat.

Ji bo yek alîkirina vê babetê Mekteba Siyasiya PDK daxwaz ji min hate kirin da ku kesek diyar bikim ji bo kandîdbûna posta Serokkomariyê. Bi sedema şiyan û jêhatîbûna wî min bi baş zanî ku birêz Dr Fûad Husên ji bo wê postê berbijêr bikim.

Dr. Fûad Husên çi li qonaxên şoreşa Eylûl û li Serokayetîkirina Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û qonaxên dinê jiyana xwe kesekî dilsoz û destpak bûye û min baweriyeke tevahî bi şiyanên wî heye û qena'eta min jî heye ku erkên xwe bi baş bi cîh dike û li posta Serokayetiya Komar da hem ji bo gelê Kurdistanê û hem ji bo Iraqê û pêkhatên Iraqê kesekî bi sûd û xemxûr dibê.

Bi hemû şiyanek piştevaniyê li Dr Fûad Husên dikîn û hêviya serkeftinê ji bo wî dixwazîn.

Mesûd Barzanî

24.09.2018

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.