Tîma NY yaku bi mebesta hevkarî kirin û çavdêrî kirina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hatiye Kurdistanê, îro bi fermî li gel komîsyona bilind ya hilbijartinan dest bi kar kir.
Di vê derbarê de komîsyona bilind ya hilbijartinan diyar kir ku ev tîma han yaku ji sê psporên IT, çavdêrî û hevkariya meydanî pêk hatiye, îro bi fermî li gel komîsyona bilind ya hilbijartinan dest bi kar kiriye.
Li gor daxuyaniya komîsyonê armanc ji vê yekê serxistina prosesa hilbijartinên 30 Îlonê û herwiha baş birêve birina prosesa dengdanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin