Erbil 38°C Thursday 13 Nov 22:38

Nêçîrvan Barzanî: PDK pêşeng bûye û her pêşeng dibe

li Dihukê gotarek pêşkêşî xelkê kir
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya kempînên propagendeya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de, îro li Dihukê ahengeke din ya girseyî bo beşdarî kirin ji lîsteya 183an ku lîsteya partiya demokrata Kurdistanê ye hate organîzekirin.

Di ahenga han de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya hilbijartinên 30 Îlonê û ragihand ku bi piştgîriya xelkê Kurdistanê PDK hertim pêşeng bûye û vê dîsa bi piştgîriya xelkê Kurdistanê di hilbijartinan de jî pêşeng be.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku di destpêka sala 2014an de bûdceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hate qutkirin û pişt re jî buhayê petrolê daket û şerê DIŞIê destpê kir û pişt re jî zêdetir ji 2 miliyon aware û koçber berê xwe dan Kurdistanê û beşa herî zêde ya wan jî li Dihukê hatin bicîhkirin.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku jiber wan sedeman Kurdistan kete nava rewşeke gelek aloz û dijwar de lêbelê bi qehremaniya hêzên pêşmerge, bi sêya xwîna şehîdan û bi berxwedana gelê Kurdistanê ev qonaxa han hat derbaskirin û niha rewşa Kurdistanê gelek baş bûye û em jî hewl bo vê yekê didin ku di her warî de rewşa jiyana xelkê baştir bikin û Kurdistan zêdetir avedan bikin.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku piştî derbas kirina wan astengiyan, niha em hewl didin ku mûçeyên karmendan bêyî paşkeftê, di dema xwe de bidin û herwiha med dest bi  cîhbicîh kirina wan projeyan kiriye ku jiber qirîza darayî hatibûn rawestandin.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku lazime ji bo Kurdistaneke avedan û pêşkeftî, roja 30 Îlonê her kes berê xwe bide sendoqên dengdanê û dengê xwe bide lîsteya 183 ya PDKê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.