Erbil 38°C Thursday 13 Nov 22:40

Tonele Zaxo û Dihukê hat vekirin

80 miliyon dolar têde hatiye mesrefkirin
کوردستان TV
100%

Îro bi amade bûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çend projeyên xizmetgozariyê li parêzgeha Dihukê hatin vekirin.

Yek ji wan projeyan rêya navbera Roviyayê ye ku 22 km dirêje û ev rêya han ku yek ji metirsîdartirîn rêyên Kurdistanê bû, tê cotsayid kirin.

Herwiha her îro li Zaxoyê bi amade bûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tonela navbera Zaxo û Dihukê jî ku li geliya Zaxoyê hatiye lêdan hat vekirin.

Vekirina vê tonele han projeyeke gelek steratejîk û girînge jiber ku li ser rêyeke navnetewî de hatiye vekirin.

Di dema vekirina tonelê de, Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku                Kurdistan rojên dijwar derbas kiriye û niha dîsa dest bi avedan kirin û cîhbicîh kirina projeyên girîng hatiye kirin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku vekirina vê tonele han gelek girîng û steratejîke jiber ku netenê dever, belku tevahiya Kurdistan û Îraqê û herwiha welatên cîran jî fêde ji verdigirin.

Barzanî herwiha spasiya wan kes û aliyan kir ku di karê lêdana tonelê de kar kirine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.