Erbil 38°C Thursday 13 Nov 22:38

Serok Barzanî: We çarenivîsa xwe diyar kir û Dîrok tomar kir

Serok Barzanî got tevahiya pilanên nahezan hatin pûçkirin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê ahengeke girseyî bi minasebeta yekemîn savegera referanduma serxwebûna Kurdistanê hat organîzekirin.

Di merasima han de ku bi sedan hezar kes beşdar bûn, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de ji xelkê re got ku we par di vê rojê de dîrok tomar kir û biryar li ser çarenivîsa xwe da û ew yek jî mafeke reva û însanî ya gelê Kurdistanê bû.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku piştî referandumê, pilaneke dijminkarane li dijî gelê Kurdistanê hat lidarxistin û xestên gelê Kurd ku rastî kîmiyabaran, enfan û tune kirinê hatiye careke din tune bikin lêbelê gelê Kurdistanê berxwe da û berevanî ji mafên xwe yên reva kir.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku we ti tawanek nekir û tenê daxwaza xwe ya reva diyar kir û me negotibû ku piştî referandumê, emê serxwebûnê rabigehînin, me gotibû ku piştî referandumê deriyên me bo diyalogeke cidî vekirîne.

Lêbelê neyar û nehezên gelê Kurdistanê xwestin careke din bi şer û êrîşan gelê Kurdistanê ji nav bibin lêbelê gelê Kurdistanê berxwe da û pilanên neyaran pûç kir lewre ez spasiya berxwedana we ya pîroz dikim.

Serok Barzanî anî ziman ku me ti carî nexwestiye bi şer tiştek çareser bikin jiber ku ev tiştên ku bi aştî û diyalog tên kirin sed salan bi şer nayên kirin.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku piştî referanduma serxwebûnê, we di dema hilbijartinên Îraqê de referandumeke din kir û di dema ku hin kes û alî li benda vê yekê bûn ku dawî bi PDKê tê, bi himet û têkoşîna we, PDK bû yekemê Îraq û Kurdistanê.

Serok Barzanî anî ziman ku ez gelek di tirsam ku hizra dijî Kurd ya şovenî li Îraqê di nava xelkê Îraqê de were pêşxistin lêbelê di hilbijartinên 12ê Gulanê de, ev projeya han jî hat pûçkirin û ev yek jî serkeftineke gelek mezin bû bo gelê Kurdistanê, jiber ku em hertim li ser rêbaza Barzaniyê Nemir dimeşin ku her car digot şerê me li dijî hikûmet û rejîmên Îraqê ye ne li dijî neteweya Ereb, raste şerê me li dijî hikûmet û rejîmên Îraqê ye nek li dijî xelkê ereb.

Serok Barzanî daxwazek ji gelê Kurdistanê kir û got: Ez daxwaz ji we dikim ku gelek rêz ji wan xuşik û birayên ereb bigirin ku jiber şer û teror berê xwe dane Kurdistanê, lazime qedir û qîmeta wan were girtin heta dema ku bi dilê xwe bixwazên vegerin ser warên xwe.

Serok Barzanî herwiha derbarê bûyerên piştî referandumê de ev yek anî ziman ku gelek kes û alî hewl dan daku îrade û kerameta gelê Kurdistanê bişkînin lêbelê gelê Kurdistanê biryara berevanî kirin ji îrade û kerameta xwe kir û biser ket.

Serok Barzanî derbarê pêkhateyên li Kurdistanê de jî diyar kir ku lazime hun weke endam, alîgir û kadroyên PDKê berevanî ji maf û azadiyên tevahiya pêkhateyên Kurdistanê yên olî û etnîkî bikin û herwiha lazime berevanî ji azadiya olî û azadiya ramanê bikin.

Derbarê yekdengiya gelê Kurdistanê de Serok Barzanî got: Me gelek hewl da daku aliyên Kurdî yek deng û yek helwest bin û mala Kurd yek helwest be, lê mêxabin ev yek ser negirt û hinek car jî li dijî PDKê ew hewldanên han hatin bikaranîn, hinek nirx û buhayê netevî û nîştimanî hene û lazim her kes pabendî wan bingehan be, lê mixabin me dît di dema 16ê Cotmehê de hinek alî xiyanet li wan bingehên netewî û nîştimanî kirin û ew yek jî metirsiyeke gelek mezine bo ser yekdengî û yek helwestiya nav mala Kurd.

Serok Barzanî derbarê hilbijartinên 30 Îlonê de jî got:  Roja 30 Îlonê rojeke ku hun derbarê pêşeroja xwe û welatê xwe de biryar didin, biryar didin ka gelo hun Kurdistaneke çawe dixwazin, gelo hun awedanî û ewlekarî dixwazin yan na? ez bawerim ku tevahiya we Kurdistaneke avedan, bi ewlek û pêşkeftî dixwazin û di roja 30 Îlonê de bihev re deng bi PDKê didin ku dikare Kurdistaneke avedan û pêşkeftî û biewlek çê bike.

Serok Barzanî diyar kir ku ez weke berpirs soz ji we re didim ku eger rojek were bihesim ku ewlekariya we anjî jiyana we ketiye nava metirsiyê vê ez yekem kesim ku canê xwe fedayê we bike.

Serok Barzanî herwiha got: Dema di 30 Îlonê de PDK serket vê li Kurdistanê de gelek guhertinên mezin werin kirin, lazime baweriya we bi şehîdan û hêzên pêşmerge hebe.

Bi îrade û bi biryar ber bi pêşve biçin û xwe neçemînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.