Teqîna Hewlêrê ne terorîstiye

teqîn di encama bûyereke tirafîkê de çê bûye
کوردستان TV
100%

Piştî ku îşev li ser rêya navbera Hewlêr û Koyeyê, dengê teqîneke mezin hat bihîstin, hin aliyên ragehandinê belav kirin ku li Hewlêrê teqîn pêk hatiye lê pişt re ev nûçeyên han hatin direvandin.

Di vê derbarê de Parêzgarê Hewlêrê  Newzad Hadî û Birêveberê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet di presskonferanseke hevbeş de ragihandin ku ev teqîna han ne teqîneke terorîstiye belku jiber bihev ketina du tirimbêlan pêk hatiye.

Newzad Hadî diyar kir ku du tirimbîl li ser rêya navbera Hewlêr û Koyeyê li hember Macidî Mol bihev ketine û jiber ku di nava yek ji wan tirimbîlan de sûtemenî hebûye, teqîneke mezin pêk hatiye û di encam de sê welatî birîndar bûne.

Herwiha birêveberê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet jî diyar kir ku teqîn ne terorîstiye û welatiyên Kurdistanê bi taybetî şêniyên Hewlêrê pişt rast dikin ku rewşa ewlekarî ya Hewlêr û Kurdistanê arame.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.