Şiwêrmendê civata ewlekariya nîştimaniya Amerîkayê John Bolton di hevpeyvînekê de li gel rojnameya The Guardian eşkere kiriye ku dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îran û ew aliyên ku têkiliyên xwe li gel Îranê qut nekin vê bidomin û encamên baş jî jê derkeve.
Bolton herwiha gef li Îranê kiriye û gotiye eger Îran bixwaze zirareke biçûk bide berejwendiyên Amerîkayê yên li deverê anjî hevpeymanên Amerîkayê, vê demê lazime Îran amadebe ku baca destpê kirina qiyameta xwe jî bide.
Bolton di beşeke din ya hevpeyvîna han de hayedarî daye welatên cîhanê jî ku lazime hişiyar bin û piştî 4ê meha 11an tevahiya têkiliyên xwe li gel Îranê qut bikin beruvajî vê ji aliyê Amerîkayê ve werin cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin