Di çarçoveya projeyên nû yên hikûmeta Kurdistanê de, îro li Hewlêrê bi merasimeke fermî û bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê projeya cadeya 150 metrî yaku li derdorê Hewlêrê dizivre destpê kir.
Di dema danîna bera bingehîn ya vê cadeya han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku piştî birîna bûdceya Kurdistanê, sepandina şerê DIŞIê bi ser Kurdistanê, dabezîna buhayê petrolê û hatina hijmareke zêde ji aware û koçberan bo Kurdistanê, Kurdistan rastî qirîzeke mezin ya darayî hat lêbelê bi berxwedana gelê Kurdistanê ev qirîza han hat derbaskirin û projeyên avedan kirinê yên ku jiber qirîza darayî hatibûn rawestand dîsa destpê dikin û projeya cadeya 150 metriya Hewlêrê jî yek ji wan projeyan e.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya gotara xwe de behsa girîngiya vê cadeya han kir û anî ziman ku ev cade netenê xizmeteke gelek baş pêşkêşî tirafîka nava Hewlêr û derdorê dike, hevdem fêdeyeke gelek baş digehîne prosesa hatûçûyê li seraserê Kurdistanê.
Barzanî behsa vê yekê kir ku projeya cadeya 150 metriya Hewlêrê yeke din ji projeyên nû yên hikûmeta Kurdistanê ye bo awedan kirina Kurdistanê û çendîn projeyên din yên bi vê rengî hene ku di demeke nêz de ew jî destpê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin