YNK: PDK çi bixwaze emê bidin

dibêje em amadene daxwazên pdkê cîhbicîh bikin
کوردستان TV
100%

Endamekî Serkirdatiya yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê Hemey Heme Seîd diyar kiriye ku em daxwaz ji partiya demorkata Kurdistanê dikin ku berbijêrê xwe yê bo postê Serokkomariya Îraqê vekêşe.

Seîd diyar kiriye ku eger pdk ev daxwaza ynkê qebûl bike vê demê ynk tevahiya daxwazên pdkê cîhbicîh bike.

Seîd herwiha eşkere kiriye ku eger pdk berbijêrê xwe vekêşe vê demê ynk amadeye ku hem li Bexda û him jî li Kurdistanê pdk daxwaza çi postekê bike, ynk qebûl bike.

Weke tê zanîn pdk Dr, Fûad Husên weke berbijêrê xwe bo postê Serokkomariya Îraqê destnîşan kiriye û tê payîn roja 2ê Cotmehê li parlementoya Îraqê dengdan bo hilbijartina Serokkomarê Îraqê were kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.