Di çarçoveya kempînên propagendeyên hilbijartinan de, îro li devera Soranê jî partiya demokrata Kurdistanê bi amade bûna Cîgirê Serokê PDK Nêçîrvan Barzanî ahengek girseyî organîze kir.
Di destpêka ahenga han de berbijêrê pdkê yên li deverê xwe ji xelkê re dan nasîn û pişt re jî Cîgirê Serokê pdkê Nêçîrvan Barzanî gotare pêşkêşî şêniyên deverê kir.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa rola xelkê deverê di nava qonaxên curbicur yên tevgera azadîxwaziya gelê Kurdistanê de kir û ragihand ku xelkê vê deverê bi dîroka xwe serfiraze û pdk jî bi xelkê vê deverê serbilinde, xelkê deverê her ji destpêkê heta îro gelek qurbanî dane û gelek zarokên xwe yên leheng pêşkêşî xak, welat, netewe û nîştiman kirine.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa hin kar û projeyên hikûmeta Kurdistanê kir ku li deverê de hatine cîhbicîh kirin û got: Heta niha me di warê torîzimê de gelek projeyên baş cîhbicîh kirine vê çend projeyên din yên girîng jî hene ku di demeke nêz de li deverê de tên cîhbicîhkirin.
Barzanî wisa axaftinên xwe domand: Ez hayedarê kêşe û arîşeyên xelkê deverê bi taybetî xelkê gundên nêzî sînoranim, dizanim ku jiber şer, pevçûn, bordiman û topbaranan rastî zirar û ziyanên canî û madî hatine, em tevahiya hewlên xwe bi tevger dikin daku aramî vegere deverê û şer li deverê nemîne û ziyanên xelkê jî qerebû bikin û gundên deverê jî avedan bikin.
Nêçîrvan Barzanî behsa hilbijartinên 30 Îlonê kir û da zanîn ku bo ku Kurdistan baştir were awedan kirin, projeyên curbicur di her warî de li seraserê Kurdistanê werin cîhbicîh kirin, bo ku aramiya deverê were parastin lazime ew aliyê ku xem xorê Kurdistan, awedanî û aramiya Kurdistanê ye, di hilbijartinan de serkeftî be, ev alî jî bi tenê partiya demorkata Kurdistanê ye, lewre daxwaz ji we yên hêja û birûmet dikim ku di roja 30 Îlonê de biçin ser sendoqên dengdanê û deng bi lîsteya 183 ya partiya demokrata Kurdistanê bidin, jiber ku heta pdk bihêz be, Kurdistan jî bihêztir û awedantir dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin