Sibê dengdana taybet destpê dike

dengdan ji 8ê sibê heta 6ê êwarê berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Îro Serokê komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê Hêndirên Mihemed ragihand ku sibê roja înê 28ê meha Îlonê, dengdana taybet bo hêzên pêşmerge û hêzên ewlekarî dest pê dike.

Hêndirên Mihemed herwiha diyar kir ku prosesa dengdanê seat 8ê sibê destpê dike û heta 6ê êwarê berdewam dibe û bi ti awayî dema dengdanê nayê dirêjkirin.

Mihemed anî ziman ku li seraserê Kurdistanê bi giştî 170 hezar û 469 kes di dengdana taybet de mafê wan yê dengdanê heye.

Mihemed eşkere kir ku bo dengdana taybet bi giştî 99 navendên dengdanê li her çar parêzgehên Kurdistanê hatine amadekirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.