Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel hêzên pêşmerge, hêzên ser bi wezareta navxwe û hêzên civata ewlekariya Kurdistanê civiya.
Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa ewlekarî ya Kurdistanê û spasiya tevahiya hêzên pêşmerge, asayîş û ewlekariyê kir.
Nêçîrvan Barzanî got: Em spasdarên wene ku bi qehremaniya xwe we rê nedaye rewşa ewlekarî ya Kurdistanê di dema şerê dijî DIŞIê û herwiha êrîşên artêşa Îraqê û heşda şebî de bo ser Kurdistanê were têkdan.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de hewlên hêzên ewlekarî yên Kurdistanê yên bo parstina ewlekariya prosesa propagendeya hilbijartinan jî bi girîng wesif kir û dîsa spasiya hêzên ewlekarî kir.
Barzanî di dawiya gotara xwe de daxwaz ji wan hêzan kir daku bi awayekî serkeftî ewlekariya roja dengdanê jî biparêzin daku Kurdistan bikarêbe mînakeke baş ya demokrasî nîşanî cîhanê bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin