Di çarçoveya kempînên propagendeyên hilbijartinan de, îro partiya demokrata Kurdistanê, li Dihukê ahengeke girseyî ya berfire bi amadebûna Serok Barzanî lidar xist.
Aheng bi deqîqeyeke rawestan bo rêz girtin ji şehîdên Kurd û Kurdistanê re, destpê kir û pişt re jî berbijêrên PDKê hatin nasandin.
Pişt re Serok Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser çend mijarên girîng.
Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de spasiya xelkê Dihukê kir û got: Ez gelek spasiya we dikim ku di rojên dijwar de we deriyên mal û dilê xwe bo xuşik û birayên xwe yên Êzidî, yên Rojavayê Kurdistanê û ew erebên ku jiber şer û terorê berê xwe dane Dihuk û deverê.
Serok Barzanî herwiha anî ziman ku bihevre jiyana navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên li Dihukê mînakeke gelek baş û însaniye, cêyê serfiraziyê ye û em bi vê çanda han serbilidin.
Serok Barzanî behsa dema şerê dijî DIŞIê kir û diyar kir ku devera Behdînan û Dihuk di şerê dijî DIŞIê de qurbaniyên gelek mezin dane û bi himeta we, ew dagîrker û dijminên ku dixwastên Kurdistan û Dihukê dagîr bikin hatin jinav birin û niha jî eger careke din DIŞI ya her dijmineke din bixwazebe were û Kurdistan anjî Dihukê dagîr bike, vê bibîne ka çi bi serê vî were, vê hatina vî hebe lêbelê vegera vî nabe bê goman eger derfeta vegerê jê re hebe.
Serok Barzanî behsa îxaneta piştî referanduma serxwebûnê jî kir û anî ziman ku gelê Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de bi awayekî aştiyane biryara xwe ya bo diyar kirina çarenivîsa xwe de lêbelê neyar û nehez bi awayekî komî êrîşî ser gelê Kurdistanê kirin û xwestin Kurdistan dagîr bikin û gelê Kurd jî ji nav bibin lêbelê bi qehremaniya hêzên pêşmerge û bi sêya xwîna şehîdan ew pilan hate pûçkirin û pişt re di hilbijartinên 12ê meha gulanê de raya giştî ya Îraqê jî ew kesên ku êrîşî Kurdistanê kiribûn û dixwestên şerê Kurd li gel hikûmetê bikin şerê Kurd û Ereb ceza kir.
Serok Barzanî wisa axaftinên xwe domand: Birastî gelek sosrete, jiber ku li cem hinek kesan, guhertina bîrûra û raman û nirxên nîştimanî gelek asantire ji guhertina kirasekî, gelê hevala, li gel mirovên wisa vê çawe nav mala Kurd were yekxistin, proje û pilanên me yên steratejîk hene, me gelek hewl da, yekdengiya nav mala Kurd biparêzin lêbelê nehêştin û hewldanên han bê encamp man.
Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de bersifa hin gotinan da û got: Hin kes û derdor behsa sermaye û darayiya min dikin û yek dibêje sermayeya vî 40 miliyar yadî dibêje 60 miliyar dolare, lê ez dixwazim rastiyek ji we re bêjim, min ti sermaye nîne lêbelê sermayeya min tenê piştgîriya 48 miliyon Kurde.
Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa hilbijartinên 30 Îlonê kir û anî ziman ku roja 30 Îlonê rojeke girîng û dîrokiye, eger PDK bihêz be, û serkeftî be, vê hikûmeteke nû û bihêz were avakirin û guhertinên gelek mezin werin kirin, guhertinên ku li gor dilê wene û bo we tên kirin.
Serok Barzanî herwiha daxwaz ji xelkê Dihukê kir ku roja 30 Îlonê bi çoşeke mezin û bi rihê berpirsiyartiya netewî biçin ser sendoqên dengdanê û deng bi berbijêr û nunerên xwe bidin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin