Îro sibê di seat 8ê sibê de prosesa dengdana taybet bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê destpê kir.
Di prosesa han de hêzên leşkerî, ewlekarî û polîs beşdar dibin.
Li seraserê Kurdistanê zêdetir ji 170 hezar û 469 kes di dengdana taybet de xwedan mafê dengdanê ne û porsesa dengdana taybet heta seat 6ê êwarê berdewam dibe.
Li gor daxuyaniya komîsyona bilind ya hilbijartinan zêdetir ji 15 dezgehên ragehandinê yên navnetewî çavdêriya prosesa dengdanê dikin û herwiha çavdêriya prosesa hijmartin û cuda kirina dengdan jî dikin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin