YNK mîdiyakaran li navendên dengdanê der dixe

rê nade ti dezgeheke ragihandinê rûmala prosesa dengdanê bike
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya prosesa dengdana taybet de, îro li devera Silêmanî û derdorê, hêzên ser bi Yekîtiya Nîşitmaniya Kurdistanê zextên gelek zêde li dezgehên ragihandinê dikin û rê nade wan ku rûmala prosesa dengdanê li navendên dengdanê de bikin.

Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku li Koyeyê hêzên ser bi YNKê bi darê zorê tevahiya rojnamevan û dezgehên ragihandinê li navendeke dengdanê der xistiye û rê nedaye ku ti wêne ji vê navendê were girtin.

YNKê tenê dezgehên ragihandinê yên xwe hêlaye û dezgehên ragihandinê yên ser bi PDK, Goran û aliyên îslamî der kiriye.

Çavdêr jî vê yekê weke hewldana YNKê bo sextekarî kirin bilêv dikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.