Li Koyeyê hêzên YNKê êrîşî ser endamên PDKê kirin

hêzên ynkê li Koyeyê êrîşî ser endamên PDKê kirin
کوردستان TV
100%

Îro di çarçoveya prosesa dengdana taybet de, li bajarê Koyeyê hêijmareke zêde hêzên ser bi YNKê bi serpereştiya kesek ku berpirse di nava YNKê de û navê vî Xefûre, êrîşî ser endam û kadro û hêzên leşkerî yên ser bi PDKê kirine û rê nedane dengê xwe bidin.

Di vê derbarê de berpirsê komîteya navçeya Koye ya PDKê Çeto Hesen diyar kir ku , îro di dema dengdanê de, hijmareke endam û hêzên zirêvan yên ku zirêvaniya navendên PDKê li Koyeyê dikin xwestin biçin navenda dengdanê û dengê xwe bidin lêbelê hêzeke ser bi YNKê bi serpereştiya berpirsekî YNKê bi nave Xafûr êrîşî ser wan endam û hêzên PDKê kiriye û rê nedaye ku biçin dengê xwe bidin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.