Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya polîsê Silêmanî, îro înê, di encama bûyereke tirafîkê li ser rêya navbera Xelekan û Raniyeyê de çar welatî canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya han, bûyer di encama lihev ketina du tirimbêlan ku yek ji wan tesî bûye û ewê din jî kamiyon bûye, pêk hatiye û di encama bûyerê de çar kes ku di nava tasî de bûne jiber şewatê canê xwe ji dest dane.
Polîsê Silêmanî diyar kiriye ku cenazeyên wan çar kesan bo nûjdariya dadî hatine şandin lêbelê jiber zêde bûna rêjeya şewata leşê wan, nasnameya wan her çar kesan nehatiye zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin