Îro li Kurdistanê di seat 8ê sibê de prosesa dengdana taybet ya hêzên ewlekarî û leşkerî destpê kir û di seat 6ê êwarê de bi dawî bû.
Komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyên Kurdistanê diyar kir ku seat 6 bi fermî dawî bi prosesa dengdanê hatiye û sendoq hatine daxistin.
Komîsyon herwiha eşkere kir ku bi giştî 170 hezar û 469 kes mafê dengdanê hebûye û rêjeya beşdarî kirinê di dengdana taybet de li Hewlêrê sedî 77, li Silêmanî sedî 80 li Dihuk sedî 80 û li Helebceyê jî sedî 88 bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin