Îro 30 Îlonê ye, roja hilbijartinên parlementoya Kurdistanê.
Di seat 8ê sibê de Kurdistanî bo destnîşan kirina nunerên xwe yên li parlementoyê, berê xwe dan sendoqên dengdanê.
Li parlementoya Kurdistanê de bi giştî 111 korsî hene û bo wan korsiyan, bi giştî 32 part, alî siyasî û hevpeymanî di prosesa hilbijartinê de beşdarin.
Li Kurdistanê bi giştî 2 miliyon 914 hezar û 992 kes xwedan mafê dengdanê ne.
Herwiha li her çar parêzgehên Kurdistanê 5 hezar û 933 navendên serekî hene.
Li Hewlêrê 1 miliyon û 26 hezar û 414 û li Dihukê jî 677 hezar û 797 kes mafê dengdanê heye li Helebce jî 66 hezar û 416 kes û li Silêmanî jî 1 miliyon û 134 hezar û 760 kes xwedan mafê dengdanê ye.
532 berbijêr mêrin û 240 berbijêrên din jî jinin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin