Nêçîrvan Barzanî: Dengdan mafê her kesekê ye

got lazime her kes aramî û azadiya prosesê biparêze
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku li Debistana Diyarbekirê dengê xwe da, di presskonferansekê de bersifa pirsên Rojnamegeran da.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku dengdan mafê her kesekê ye û lazime xelk xwedan ji mafê xwe derkeve û dengê xwe bide.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku lazime bo bihêztir kirina prosesa demokrasî li Kurdistanê de her kes beşdariya hilbijartinê bike û dengê xwe bide nunerên xwe.

Barzanî anî ziman ku bo me tişta herî girîng ewe ku prosesa dengdan û hilbijartinê bi azadî, aramî û şefafî birêve biçe û daxwaz ji aliyên siyasî, xelk û hêzên ewlekarî dikim ku aramiya Kurdistanê û ewlekariya hilbijartinê biparêzin.

Derbarê prosesa prosesa dengdanê de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku li her derê cîhanê di dema propagendeyê de berbijêr bo bidest xistina dengên zêdetir car car êrîşî hev dikin û ev jî teşteke normale di kempînên propagendeyê de lê ew nayê vê wateyê ku aliyên beşdar dijî hevin.

Barzanî herwiha hêvî xwest ku encamên hilbijartinê ku ji aliyê komîsyonê ve tên eşkere kirin bibin sedema xêr û xweşiyê bo welat jiber ku ew welat welatê meye.

Derbarê hilbijartina Serokkomarê Îraqê de jî diyar kir ku ew post, parê Kurde û lazime Kurd berbijêrêk bo vê yekê destnîşan bike daku di hilbijartinê de serkeftî be. Lazime Kurd yek berbijêr hebe û ji aliyên din yên Îraqê re bêje ku berbijêrê min ewe. Em naxwazin bi nakokî û bi cudatî biçin nava parlementoya Îraqê ew yek bo Kurd baş nabe em dixwazin bi yekdengî û yek helwêstî biçin nava parlementoya Îraqê.

Derbarê biryarên dawî yên komîsyona hilbijartinê de jî Barzanî diyar kir ku ew biryarên han ne bo aliyekî taybet anjî ne li dijî aliyekî taybetin, belku biryarên komîsyonê giştîne û ew komîsyon bo xwe ye ku dizane bo şefaf bûn û azadbûna prosesa hilbijartinê çi lazime.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ferman bi hêzên ewlekarî û tevahiya aliyên têkildar kiriye daku bo serxistina prosesa hilbijartinê bi her awayî hevkarî û alîkariya komîsyona bilind ya hilbijartinên Kurdistanê bikin.

 

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.