Serok Barzanî jî li Pîrmamê dengê xwe da.
Di çarçoveya prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de yaku îro seat 8ê sibê destpê kir, Serok Barzanî jî li Pîrmamê beşdariya porsesa dengdanê kir.
Serok Barzanî li debistaneke Pîrmamê dengê xwe da.
Piştî dengdanê jî Serok Barzanî ragihand ku gelek kêfxweşim ku careke din derfet hate afirandin ku em dengê xwe bidin û beşdariya porsesa dengdanê bikin.
Serok Barzanî herwiha daxwaz ji tevahiya aliyên têkildar dikim ku aramî û ewlekariya prosesa hilbijartinê biparêzin jiber ku ev proseseke demokratîke û lazime bi şefafî were birêvebirin.
Serok Barzanî herwiha daxwaz kir ku aliyên siyasî jî li gor berpirsiyartî tevbigerin û lazime bizanin ku em hemû birayên hevin û xelk jî biryar dide ka dengê kîj alî çiqase.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin