Berbijêrê PDKê dibêje vê di hilbijartinên Serokkomariya Îraqê de serkeftî be.
Berbijêrê partiya demokrata Kurdistanê bo postê Serokkomariya Îraqê Dr. Fûad Husên diyar kir ku vê di hilbijartinên Serokkomariya Îraqê de biser bikeve û piraniya dengên aliyên Îraqî bidest bixe.
Husên herwiha diyar kir ku eger di nava firakisyonên Kurdî de anjî di nava firakisyonên parlementoya Îraqê de hilbijartin were kirin vê ez piraniya dengdan bidest bixim û bibim Serokkomarê Îraqê.
Husên derbarê danûstandinên navbera PDK û YNKê de yên bo destnîşankirina Serokkomarê Îraqê diyar kir ku mimkune YNK berbijêrê xwe vekêşe û hêvî dike gaveke wisa jî bavêje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin