Heta niha 425 doz hatine vekirin

dibêje êrîşî ser karmendên komîsyonê hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Serokê komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê Hêndirên Mihemed diyar kir ku hijmartina dengdan bi dawî hatiye lêbelê berê ku em encamên fermî eşkere bikin, em dixwazin venêrîneke hûr bo tevahiya karûbaran bikin bi taybetî ev dozên ku hatine vekirin.

Hêndirên Mihemed herwiha eşkere kir ku heta niha li seraserê Kurdistanê bi giştî 425 doz hatine vekirin û em bi hûrî li ser wan kar dikin.

Mihemed anî ziman ku li hin deveran êrîşî ser karmendên komîsyonê hatiye kirin û em weke komîsyon bi ti awayî ji wan êrîş û êrîşkaran xweş nabin û parêzerên komîsyonê heta dawî berevanî ji mafên endamên komîsyonê dikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.