Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes kir.
Di hevdîtinê John Wikles jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê û herwiha serkeftina lîsteya partiya demokrata Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku bandoreke baş ya serkeftina PDKê li ser pêşde birina Kurdistanê hebe û bibe sedema bihêztir kirina bingehên demokrasiyê li Kurdistanê de.
Di beşeke din ya vê civîna han de Serok Barzanî û Wilkes behsa pêşhatên dawî yên li Îraqê, hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û rola aliyên Kurdistanî di prosesa siyasî ya Îraqê de kirin.
Peywendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê ya vê civînê bû û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina wan peywendiyan li warê aborî û kargêrî û rûbirûbûna gendelî û dijayetîkirina terorê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin