Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Nadiya Murad dike

hêviya serkeftinê ji Nadiye re dixwaze
نێچیرڤان بارزانى له‌ په‌یامێكدا پیرۆزبایى له‌ نادیا موراد ده‌كات
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber pêşkêş kirina xelata aştî ya Nobelê bi Nadiye Murad, peyameke pîrozbayî pêşkêşî Nadiye Murad kir.

Tekesta Peyama Serokwezîr:  Ji bo bi dest anîna xelata aştiya Nobelê, ji dil pîrozbahiyê ji Xatûn Nadiya Murad dikim. Her wek çawan em ji ber  kar û çaêakî yên Nadiya Murad kêfxweş dibûn, wergirtina xelata aştiya Noblê, cihê şanazî û kêfxweşiyê me û hemû gelê Kurdistanê ye.

Em hêvîxwaz in ev xelat, ji ber azar û êşên ku bi ser Nadiya û malbata vê hatiye, dilê vê xweş bike û her wiha dilê xuşk û birayên Êzidî ku tûşê karesatê bûne, xweş bike. Ji ber ku ev xelat tenê ji bo kesekê nine, belkî ji bo berxwedan û qurbanîdana Êzidiyan û gelî Kurdistanê ye.

Xatûn Nadiya Murad sembola qurbanî yên Êzidiyan û berhingar bûna terorê û hilgirê peyam aştî û mirovatiyê di cîhanê daye. Ev her dem li kar û çalakî yê mirovî  bi temamî piştîvanê me bûye û dibe.

Hêviya serketinê jê re dixwazim û dubare pîrozbahiyê jê re dikim.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

2018-10-05

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.