Şahzadeyê Siûdiyeyê Bin Selman di hevpeyvîneke xwe de li gel ajanseke nûçeyan behsa şerê dijî Husiyan ya li Yemenê kiriye û aniye ziman ku Siûdiye ku Serokatiya hevpeymaniya dijî Husiyan dike, naxwaze şerê li Yemenê dom bike.
Bin Selman hewiha eşkere kiriye ku çave Siûdiye naxwaze şerê li Yemenê dom bike, her wisa jî naxwaze li deverê de hizbulaheke din bi navê Husî hebe jiber ku ev metirsiyeke mezine bo ser ewlekarî û aramiya deverê.
Bin Selman tekez li ser vê yekê kiriye ku zextên hevpeymaniya Erebî li dijî Husiyan vê bidomin û em hêvî dikin ku Husî xwe bo destpê kirina giftûgo û diyalogê amade bikin û dev ji çek û şerê çekdarî berdin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin