Li Îranê operasyona gendeliyê hat kirin

heta niha nêzî 147 kes hatine girtin
کوردستان TV
100%

 147 kes bi sedema ku di bazara perên biyanî û zêr de bê ûsûliyê û manîplasyonê kirine, hatin binçavkirin. Ragihandin ji aliyê ajansa fermî ya Îranê IRNA yê de hat kirin.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd  Rêvebirê asayîşa Tehranê Huseyn Rahimî di civîna konseya bajêr de axifî û got ku bi sedemên jorê, 942 hatine dawetkirin bo emniyetê û 147 kes ji wan hatiye tesbîtkirin ku sûcan di bazara pere de kirine û hatine binçavkirin.

Berdevkê dadgehan Xulam Huseyin Muhsînî Ejei jî ragihand ku berê jî ji heman sûcan 45 kes hatibûn girtin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.