Dohê yekem rûnîştina doza dijî hevjîna Serokwezîrê Îsraîlê Sara Netanyahu hat lidarxistin.
Sara Netanyahu ku bi tawana sextekarî kirin û bikar anîna darayiya dewletê bo berejwendiyên taybetî hatiye tawanbarkirin, li berdem dadwer de diyar kir ku tiştên tên gotin dûrin ji rastî û ti bingeheke wan ya rastî tuneye.
Li gor gotinên dozgerê ku di nava îdîanameyê de hatine nivîsandin, Sara bi qasî 100 hezar dolar ji pereyên dewletê bo xwardinên xwe û mêwanên xwe yên taybetî serif kiriye lê Sara Netanyahu dibêje ev gotinên han ne rastin û ti belgeyeke wan yaku wan gotinan îsbat bike tuneye.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin