Piştî hikûmeta Rûsyeyê biryar da ku pergala berevanî ya asmanî a S300 bide Sûriyeyê, Yehûdiyên li Rûsyeyê dilgiraniya xwe diyar kirin.
Di vê derbarê de Serokê Xaxamên Rûsyeyê Berl Lazar diyar kir ku ev biryara han biryareke şaşe û emê li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin behsa vê biryarê bikin.
Berl herwiha eşkere kir ku nedibû Rûsye ev pergala han bide Sûriyeyê jiber ku ev pergala han netenê kêşeyên heyî çareser nake belku dibe sedema çê bûna kêşeyên nû li deverê de.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Rûsye ragihandibû ku pergala berevanî ya S300 radestî Sûriyeyê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin