Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY yê bo karûbarê Îraqê Jan Kubis kir.
Di civînê de Mesrûr Barzanî û Jan Kubis behsa hewldanên heyî yên aliyên siyasî yên Îraqê ên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî behsa girîngiya hevbeşiya rastîn yaku îradeya siyasî dide her du hikûmetên Îraq û Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyên heyî kir.
Derbarê hilbijartinên 30 Îlonê ya bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de jî Mesrûr barzanî û Jan Kubis li ser girîngiya lêkolînên komîsyona hilbijartin û rapirsî Kurdistan a li ser dozan û ragihandina encamên fermî di demeke nêz de hemfikir bûn.
Di beşeke din ya civîna han de rewşa siyasiya Îraqê û deverê, beşdariya tevahiya pêkhateyan û cîhbicîh kirina destûra bingehîn ya Îraqê hatin nîqaşkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin