Hevpeymaniya civakî ya Kerkûkê daxuyaniyek weşandiye û têde daxwaz ji şêniyên Kerkûkê kiriye ku roja 16 Cotmehê ku dike salvegera xiyaneta Kerkûkê, greveke girseyî bikin.
Di daxuyaniha hevpeymaniya civakî ya Kerkûkê de hatiye nivîsandin ku: Em daxwaz ji xelkê Kerkûkê dikin ku bi minasebeta salvegera 16 Cotmehê bi qasî seatekî gireva giştî were kirin û kes ji malên xwe dernekeve û dûkan û bazar venekin.
Herwiha daxwaz hatiye kirin ku dawî bi rewşa nebaş ya Kerkûkê û desthilata leşkerî ya li Kerkûkê were.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin