Tîmeke metirsîdar ya DIŞIê hat girtin

li Sûriye û Îraqê jî kar kiriye
کوردستان TV
100%

Antî terora Kurdistanê operasiyoneke mezin lidar xistiye.

Îro Serokatiya antî terora Kurdistanê ya ser bi civata ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde behs vê yekê kir ku li dijî tîmeke metirsîdar ya DIŞIê operasiyoneke serkeftî lidar xistiye.

Li gor daxuyaniya han operasiyon bi hevbeşî li gel hêzên hevpeymaniya cîhanî di roja 6ê Cotmehê de hatiye li darxistin û di encam de tîmeke metirsîdar ya 8 kesî a DIŞIê hatiye girtin.

Li di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku ev tîma han li Sûriye û Îraqê kar kiriye û weke tîma herî serekî ya dabîn kirina darayî ya DIŞIê bûye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.