Balefirên Tirkiyeyê çend gundên Dêrelokê bordiman kirin

bordiman nêzî gundên deverê bûye
فڕۆكه‌ جه‌نگییه‌كانی توركیا هه‌ندێك ناوچه‌یان له‌ دێره‌لوك بۆردومان كرد
کوردستان TV
100%

Şeva derbasbûyî balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, çend gundên ser bi nahiyeya Dêrelokê bordiman kirin.

Di vê derbarê de peyamnêrê Kurdistantvê diyar kir ku şeva derbasbûyî seat derdorê 9ê şevê balefirên artêşa Tirkiyeyê zincîre çiyayên Metînan ya li nêzî gundê Guheriz û Bilave ya ser bi devera Nihêlî ya li Dêrelokê bi tundî bordiman kirine.

Ji aliyeke din ve şêniyên wan deveran jî diyar kirine ku dengê teqînan ewqas mezin bûye ku di nava gundan de jî hatiye bihîstin û şêniyên gundên wan derdoran jî gelek tirsiyane.

Weke tê zanîn ew demeke dirêje ku artêşa Tirkiyeyê bi şev û bi roj deverên sînorî yên Kurdistanê bi hinceta hebûna pkkê topbaran û bordiman dike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.