Nêçîrvan Barzanî û şanda Îslah civiyan

behsa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Cîgirê Serokê partiya demorkata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke eniya îslah ya Îraqê bi Serokatiya Emar Hekîm kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm behsa rewşa siyasî ya Îraqê, prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin.

Her di civîna han de şanda mêwan ku nuneratiya çend enî û aliyên Îraqî dikir, jiber serkeftina lîsteya PDKê di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.

Şanda mêwan herwiha behsa rola pêşeng ya PDKê li Kurdistan û Îraqê de kir û daxwaza vê yekê kir ku PDK rola xwe ya bibandor û çalak di prosesa siyasiya Îraqê de bilîze.

Her di heman civînê de behsa prosesa siyasiya Îraqê û ava kirina hikûmeta Îraqê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime her sê pirensîbên hevsengî, lihev kirin û hevpariyê jî li ber çav werin girtin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.