Parêzgarê Kerkûkê Nicmedîn Kerîm diyar kir ku piştî îxaneta 16ê Cotmehê, petrola Kerkûkê şevane bi rêya tankeran bo Îranê tê şandin.
Nicmedîn Kerîm herwiha eşkere kir ku rewşa ku piştî îxaneta 16ê Cotmehê bi ser Kerkûkê hatiye ferizkirin nayê qabûlkirin û xelkê Kerkûkê jî xelkekê qehreman û jêhatiye û ti carî ser bo dagîrker netewandiye vê netewîne.
Kerîm behsa vê yekê jî kir ku niha xelkê Kerkûkê ji rewşa xirab yaku bi ser Kerkûkê de hatiye dinale û ew kesên ku bûne sedema vê yekê jibilî ku îxanet kirin hevdem zilmeke mezin jî li xelkê Kerkûk û derdorê kirin.
Kerîm anî ziman ku yek ji armancên îxaneta 16ê Cotmehê şandina petrola Kerkûkê bû bo Îranê û piştî îxanetê jî şevane bi rêya tankeran petrola Kerkûkê bo Îranê tê şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin