Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya civaknas û nivîskar mamoste Îsmaîl Beşikçî kir.
Di hevdîtinê de Îsmaîl Beşikçî serkeftina lîsta partiya demokrata Kurdistanê di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de û herwiha hilbijartinên parlementoya Iraqê bi girîng û watedar wesif kir û balkêşande ser referandûma gelê Kurdistanê û anî ziman ku ew serkeftinên lîsta PDK balkişandina wê yekê ye ku Serok Barzanî xwediyê doza rewa ya gelê Kurdistanê dike.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî helwestên Îsmaîl Beşikçî yên li ser doza rewaya gelê Kurdistanê kir û pêzanînên xwe jî ji bo hewl û çalakî û nivîsên Beşikçî yên bo piştgîrîkirina gelê Kurdistanê hebû û ragihand ku Beşikçî ji bo me hemûyan cihê şanaziyêye û nêrîn wî yên di derbarê gelê Kurdistanê de cihê girîngîdaneke zêdene.
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de behsa referandûm û bûyerên şanzdeha cotmehê kir û balkêşande ser serkeftinên Partiya Demokrata Kurdistanê li hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê û got: Gelê Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê bi sedema pêdagiriya li mafên gelê Kurdistanê û helwesta wê ya niştimanî padaşt kir û serkeftina PDK bi sedema bergirîkirina li maf û îradeya gelê Kurdistanê bûye.
Xweragirî û têkoşîna gelê Kurdistanê û dîroka xebata malbata Barzanî û devera Barzan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin