Rejîma Îranê dikanên welatiyan da dixe

hinceta daxistinê beşdarî kirina wan di greva giştî de ye
کوردستان TV
100%

Rejîma Îranê ev çend roje dest bi hemleyeke nû li dijî dikandar û kasibkarên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, ev çend roje dezgeheke ser bi rejîma Îranê bi navê Emakên, di nava bazarê bajarê Sineyê de digere û ev kesên ku di dema grevê de dikanên xwe daxistibûn, dikanên wan bi yekcarî dadixe.

Sedema daxistina wan dikanan ewe ku di destpêka Cotmehê de ew dikandar beşdariya greva seraserî kirine.

Weke tê zanîn di destpêka cotmehê de li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî weke bajarên din yên Îranê grev hatibû girtin û  dikar û bazar hatibûn daxistin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.