Ewin Kerkûk firotên îro bêdesthilattirîn kesin li Kerkûkê

dibêje ew aliyê han niha xizmeta dagîrkeran dike
کوردستان TV
100%

Birêveberê asayîşa Kerkûkê Idris Refet di dema beşdarî kirin di bernameyeke raste rast ya Kurdistan24ê de diyar kir, ev kes û aliyên ku di 16ê Cotmeha sala 2017an Kerkûk firotine heşda şebî û artêşa Îraqê, îro li Kerkûkê bêdesthilattirîn kes û alîne.

Refet herwiha eşkere kir ku ew kesên han wisa hizir dikirin ku eger Kerkûkê bifiroşin heşda şebî û artêşa Îraqê, vê Kerkûk bi temamî radestî wan were kirin lêbelê piştî firotina Kerkûkê yekem kes ku rastî bêrêzî hat her ew kes û alî bûn.

Refet diyar kir ku niha ew alî li Kerkûkê nikarên ala hizba xwe jî bilind bikin û di bin emrê çekdarên heşda şebî dene û xizmeta çekdarên heşda şebî dikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.