Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Kanadayê yê li Îraqê Paul Gibbard û konsulusa vê welatî ya li Hewlêrê xatû Nancy Bergeron kir.
Di civînê de balyozê Kanada Paul Gobbard ku piştî sala 1991an yekem balozyê Kanadayê ye li Îraqê, jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û herwiha serkeftina lîsteya PDKê di hilbijartinan de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Paul Gibbard di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku Kurdistan bo Kanadayê gelek girînge û Kurdistan xudan pêgeheke taybet.
Gibbard behsa pergala siyasî û fedralî ya li Kanada û ezmûna Kanadayê di warê fedralîzimê de kir û daxwaza vê yekê kir ku hevkarî û têkiliyên navbera Kanada û Kurdistanê di warê pergala îdarî û siyasî de, herwiha di warê wekheviya cinsî û beşdarî kirina çalak ya jinan, werin pêşde birin.
Gibbard kêfxweşiya xwe jî li hember vê yekê ku Kanada di şerê dijî DIŞIê de li gel hêzên pêşmerge beşdar bûye, diyar kir û got: Vê Kanada di çarçoveya NATOyê de berdewam dibe li ser perwerde kirina hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî jiber destbikarbûna vî weke balyozê Kanadayê yê li Îraqê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Paul Gibbard kir û spasiya gel û hikûmeta Kanadayê jî kir ku li şerê dijî DIŞIê de hevkariya hêzên Pêşmerge kiriye.
Serok Barzanî li hember pêşde çûna têkiliyên navbera Kurdistan û Kanadayê kêfxweşiya xwe diyar kir û anî ziman ku li Kurdistanê de ti astengek li berdem beşdarî kirina jinan di warê siyasî û îdarî de nehatiye danîn û lazime rola jinan di her warekî de zêdetir bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin