Termê15 kesên din jî nehatiye dîtin
Termê 4 welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ku hefteya borî li deryaya Ege de xeniqîbûn, gihîşte Kurdistanê.
Hefteya borî qayîkek koçberan di deryaya Ege li nêzîkî bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê de ketibû binê avê. Di wê bûyerê de 34 kes xeniqîbûn û tenê jinek rizgar bibû.
Li gorî agahiyan, ji wan 34 koçberên ku xeniqî ne, 19 jê kurd in û hemû jî xelkê bajarên Dihuk û Zaxo ne.
Heta niha tenê termê 4 ji wan hatine dîtin, ew jî îro danê sibê bi rêka sînorê Îbrahîm Xelîl re gihîşte Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin