Piştî bûyer û îxaneta 16 Cotmehê û dagîrkirina hin deverên Kurdistanî ji aliyê çekdarên heşda şebî û çekdarên ser bi Îranê ve, rewşa Êzidiyên li Şingalê jî weke rewşa welatiyên Kurd li deverên din aloz bûye.
Di vê çarçoveyê de hate gotin ku çekdarên heşda şebî bi awayekî rojane zilmê li Kurdên Êzidî yên li Şingal û derdorê dike û cara dawî jî gef li Êzidiyan kiriye daku malên xwe yên li Şingal û derdorê vala bikin.
Çekdarên heşa şebî bi çek û hêz ve bi ser malên Êzidiyan de digirin û gefan li wan dikin û wan neçar dikin ku malên xwe vala bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin