Piştî ku Komîsyona serbixwe ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê encamên fermî yên hilbijartinên Kurdistanê ragihand, Serok Barzanî jî peyamek pêşkêşî Kurdistaniyan kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêşî endam, alîgir û dengderên berxwedêrê Kurdistanê dikim. Şanaziyekî mezine ku gelê Kurdistanê bawerî bi Partiya Demokrata Kurdistanê daye. Her ew baweriye ku bingeha rewatî, berdewambûnê ye û belge û şahîdiyeke rûne ji bo xebat, destkeft û armancên Partiya Demokrata Kurdistanê.
Ev serkeftin, serkeftina îradeya gelê Kurdistanê û serkeftina Pêşmergeye, serkeftina rêbaza pîrozê Barzaniyê Nemire, serkeftina wê rêbazê ye ku qurbaniyekî bê hejmar û hezaran şehîd daye. Serkeftina wê rêbazê ye ku ti demekî dev ji mafên gelê Kurdistanê ber nedaye û nade.
Serkeftina wê rêbazê ye ku bi navê bihevra jiyan, azadî û demokrasiyê da xebat kiriye.
Bi minasebeta wê serkeftina dîrokiye, pîrozbayî li xelkê Kurdistanê, serkirdayetî, endam, alîgir û dengderên Partiya Demokrata Kurdistanê dikim û spasiya wan dikim ku hîmetê kir û bi navê pêkanîna Kurdistaneke bi hêz de PDK serxistin. Di encama vê serkeftinê jî pişt bi xwedayê mezin hikûmeteke bihêz, ji bo Kurdistaneke bihêz û ji bo xizmetkirina gel were damezrandin.
Lazime liwir ev gotina Barzaniyê Nemir bi bîra kadîr û alîgirên PDK bînim ku dibêje "Di serkeftinê da mexrûr nebin û di şikestê da jî bê hêvî nebin", Ev şîreta Barzaniyê Nemir bixin ser hişê xwe û nabe serkeftin bibe sedema vê yekê ku em ji hişê xwe biçin ji ber ku ew serkeftin, serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê û ji bo xizmeta Kurdistanê ye.
Niha jî dema hatiye ku tevahiya alî yekrêzî û yekdengiya gelê me biparêzin û daxwaz ji hemû aliyek jî dikim berjewendiya gel û hevdengiya niştimanî bikin ewlewiyet û li ser her babeteke deynin.
Hezaran silav ji giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û şehîdên rêya azadiyê re
Silav li Pêşmergeyên qehreman
Mesûd Barzanî
21.10.2018
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin