Hezar Îranî xwestin bi pasportên sexte bêne Îraqê

rojane bi sed hezar kes têne Îraqê
کوردستان TV
100%

Di vê derbarê de çavkaniyek ji komîteya deriyên sînorî yên Îraqê ragihand ku rojane nêzî 100 hezar Îranî bi mebesta ziyaret kirina cêyên pîroz yên olî serdana Îraqê dikin.

Heman jêder behsa vê yekê kir ku dohê li ser sînorên başûrê Îraqê yên li gel Îranê, rayedarên Îraqî karîne dest deynin ser pasporta hezar welatiyên Îranî ku tevahiya wan sextet bûne.

Jêder behsa vê yekê jî kir ku rayedarên Îraqî rê nedane ew welatiyên Îranî derbasî axa Îraqê bibin.

Weke tê zanîn jiber çileya Îmam Husên wan rojan hatina welatiyên Îranî bo Îraqê gelek zêde bûye.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.