Wezîrê Îsraîlî dibêje vê Îran nikarêbe piştîvaniya terorê bike.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman ragihand, ku sizayên dahatî yên Amerîkayên li ser Îranê, rê li ber rêjîma vê welatî nagire heya ku çekên etomî berhem bîne.
Liberman diyar kir ku vê ev dorpêç û gemaroyên han zexteke mezin li rêjîma Îranê bikin bi awayekî ku nema karibe piştevaniya terorê bike û got: Di encamê de wê rêjîma Îranê biherife wekî çawa gelek rêjîmên Komînîst ên ser bi Yekîtiya Sovyetê ve herifîn, lê dibe ku hinekî dema ketina rêjîma Îranê dirêj be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin