Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê Fatih Yildiz kir.
Di civînê de balyozê Tirkiyeyê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe ya bo Kurdistanê ku yekem serdana vî ye diyar kir û jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir.
Yildiz herwiha eşkere kir ku gelek girînge ku Kurd beşdariya prosesa siyasiya Îraqê bike û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin.
Her di vê civînê de Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku aliyên Kurdî bi awayekî yekgirtî û bihêz li Bexdayê amade dibin û beşdariya hikûmeta nû ya Îraqê dikin.
Nêçîrvan Barzanî behsa hilbijartinên Kurdistanê jî kir û ragihand ku hêdî hêdî hewldanên aliyên Kurdî bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê destpê dikin.
Her di civînê de ku konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî têde amade bû, her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime têkiliyên navbera Hewlêr û Enqereyê jî werin bihêzkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin